Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Xwedî li kurdî derkevin

Du befindest dich hier:
Forum => Çanda Giştî => Xwedî li kurdî derkevin

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
15.05.2008 18:16 (UTC)[zitieren]
AMED / WAN - Navenda Giştî ya Kurdî Der a Amedê û TZPKurdî ya Wan û Îzmîre bi daxuyaniyekê 14 Gulanê ‘Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexêyên li ser zimanê kurdî bên rakirin û wiha got: "Zimanê me, rûmeta me ye. Werin em xwedî li rûmeta xwe derkevin. Ji bo vê yekê jî lazim e ji 7 salî heta 70 salî herkes kurdî bike zimanê bingehîn."
Navenda Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) bi boneya 14'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Amedê Nejdet Atalay, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin, Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH), Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sîvîl û bi sedan kes beşdarî civînê bûn. Serokê Giştî yê Kurdî Derê M. Mazhar Aktaş daxuyanî xwend û daxuyand ku zimanê kurdî zimanê herî kevnare yê axa Mezopotamyayê ye. Aktaş wiha got: "Gelê kurd bi hezara salan e ku li ser xaka Mezrabotan jiya ye. Ev gel dê her tim bîjî jî. Li ser vê xakê bûye şahidê şaristaniyên bêhempa. Çawa ku gelê kurd xwedî dîrokeke kevnare ye. Wisa jî xwedî çand û zimanekî esîl û dewlemend e."




'Dewlet dest ji asîmîlasyonê berde'

Aktaş ji hikûmet û dewletê pirsî ku gelo mafê kurdan jî tune ye bi zimanê xwe hindekarî û perwerdehiyê bibîne? û wiha dirîjayî da gotinên xwe: "Daxwaza me ew e ku rojek berê rojekê dewlet dev ji polîkayên nîjarperestî, asîmilasyonî û şovenî berde û ji bo perwerde û hindekariya bi zimanê kurdî gavan bavêje." Aktaş bang li hemû wekîlên herêmê yên AKP û DTP'ê jî kir û xwest ku li hemberî pirsgiraka kurd û kurdî bibin yek û wiha domand: "Bila Wekilên herêmê ku ji eslê xwe kurdin li hemberî bûyerê bibin yek da ku, kurdî di qanûna bingehîn de cih bigire, ji bo hindekarî û perwerdehiya zimanê kurdî gav bête avêtin." Dawiya daxuyaniyê de Aktaş Cejna Zimanê kurdî pîroz kir.

Teror’a spî li ser kurdî tê meşandin

TZPKurdî bi piştgiriya saziyên wekî KURDÎ DER, DTP, Şaredariya Sixkê, GOÇ DER, TUAD DER, Navenda Çanda Serhedê, KESK, Egîtîm Sen, YODER, Çapemeniya Azad, Endamên Meclîsa Şaredariyê yên DTP’ê, Tevgera Hemwelatiyên Azad, Tevgera Jina Azad û ÎHD’ê li kuçeya Hunerê ya Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla rêveberê TZPKurdî Qahir Bateyî ve hate xwendin. Bateyî, diyar kir ku her netewe xwedî cejnên taybet in, hin ji wan cejnan cejnên olî, hin jî cejnên neteweyî ne. Bateyî, destnîşan kir ku Cejna Zimanê Kurdî jî ji bo gelê kurd cejneke neteweyî û pîroz e û wiha got:

“ Em îro Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Lê belê zimanê kurdî îro jî bê maf û azadiye. Tevî ku zimanê kurdî zimanekî herî qedîm yê li ser vê xakêye, ev bi salan e bi zilm û zordariyeke nedîtî re rû bi rû ye. Ji asîmîlasyonê bigre heta qedexeyan teroreke spî li ser zimanê kurdî tê meşandin.

Ev qedexe, ev neheqî û asîmîlasyon îro jî berdewam dike.” Bateyî li ser zext û zordariya li ser kurdî rawestiya û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê tekane rojnameyeke rojane ya kurdî Azadiya Welat heye, lê belê heta îro 500 caran doz lê hatiye vekirin û carekê jî hatiye girtin. Heta niha 609 hejmar derketine, lê li 500 hejmaran doz vekirine. Dîsa xebatên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî tên asteng kirin. Gelek caran dan û standinên keyfî li ser zimanê kurdî têne meşandin. Ev yek jî nîşan dide ku zimanê kurdî hê jî zimanekî qedexe ye û serbestiya heyî jî serbestiyeke gelek biçûk e.”

Teşebûsa Kurdî-Der a Îzmîrê, li ber Eskî Sumerbank a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. DTP, EMEP, SDP, ESP, ÎHD, Goç-Der, TAYD-DER û Azadiya Welat jî piştgirî dan daxuyaniyê. Berdevkê teşebûsa Îzmîr a Kurdî-Derê ya Amedê Serdar Balci, diyar kir ku di roja me ya îro de jî zimanê kurdî hîn ne azad e û bi talûkaya tunebûnê re rû bi rûye. Balci, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hîn jî pêkûtiyên li hemberî zimanê kurdî didomin û xwest zimanê kurdî di Makezagonê de cih bigire.






Mamosteyên Kurd Kurdî di listeya sor de ye

YEKITIYA Mamosteyên Kurd bi munasebeta Cejna Kurdî de peyamek weşand. Mamosteyên kurd, diyar kirin ku her çiqasî di kovareke fransî de zimanê kurdî di nava zimanên pêşketî de cih jî girtibe jî îro di nava lîsteya sor de ye û wiha vegotin: “ Lewre li gorî zanyarên cihanê zimanên xwendekarên wê yê dibistana seretayî ji sedhezarî kêmtir be, ew ziman di pêvajoya têkçûnê de ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku têkçûna zimanê kurdî têkçûna kurd û kurdayetiyê ye. Her tiştê xwe bi kurdî bikin.”



Kongra Gel û KJB’ê Cejna Kurdî pîroz kirin




Kongra Gel û KJB’ê bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşandin. Kongra Gel di peyama xwe de diyar kir ku ji bo gelê kurd netewebûna xwe berdewam bike divê li zimanê xwe xwedî derkeve û wiha hate gotin: “Ziman şertê sereke yê netewebûnê ye. Ji ber vê yekê divê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Gelê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve ber bi tunebûnê ve diçe. Gelê kurd bi salan e li hemberî hemû zext û zordariyê li zimanê xwe xwedî derketiye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku çiqasî li zimanê xwe xwedî derkevin ew qasî jî em ê li nirxên xwe xwedî derkevin. Divê jiyana me bi kurdî be.” KJB’ê jî destnîşan kir ku ziman bingeha gel ava dike. KJB’ê di peyama xwe de li ser xalên girîng rawestiya û banga têkoşînê li gelê kurd kir. KJB’ê wiha berdewam kir: “Li ser rûyê cîhanê ji bilî kurdî tu ziman nehatine qedexekirin. Divê ev yek ji holê bê rakirin.”



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1291833 Besucher (8853720 Hits) hier!