Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Helbesta Diramatîk

Du befindest dich hier:
Forum => Helbest => Helbesta Diramatîk

<-Zurück

 1 

Weiter->


lawiko dino
(20 Posts bisher)
10.11.2011 23:44 (UTC)[zitieren]
Helbesta Diramatîk

Ev helbest bi piranî di şanoyê de bi kar tê. Ev cure helbest di berê de di wêjeya Yewnan de pêk hatiye.

Helbesta Dîdaktîk

Ev helbestên raman û zanebûnê ne. Armanca van helbesta ew e ku ji xwendevan re ramaneke diyarkirî bê dayîn. Agahdarkirin û zanebûnkirina xwendevan tê hedefkirin. Ji ber vê çendê jî cihê ku xwe lê digirin ne dilê mirovan, mejiyên wan e. Ev cure helbest çendî ku di berê de bi rengê aheng û qafiye dihatine nivîsandin jî, dema niha de bi rengê serbest jî têne nivîsandin.


Helbesta Epîk

Ev cureyê helbestê bi rengê destanan pêk tê. Di van helbestan de mijarên weke jîrîtî, qehremanî, dilêrî, mêrxasî, camêrî, şer û egîdî peyda dibin. Hûnandina wan dirêj e. Carna ewqas dirêj in ku temamê pirtûkekê ji destanekê pêk tê.


Helbesta Lîrik

Helbesta lîrik ji helbestên hestî pêk tên. Di hundirê xwe de mijarên weke evîn, bêrî, welathezî, hesret, bêrî û veqetînê dihewîne. Ji ber ku helbestên hestî ne, bi kûrbûna xwe hestên mirovan rep dikin. Di van helbestan de ji ramanê zêdetir, hest li pêş in.


Helbesta Pastoral

Ev helbestên xwezayê ne. Li ser gavan û şivanên çiyê hatine nivîsandin. Di wan helbestan de hezkirina xwezayê peyda dibe. Di helbesta kurdî de mînakên vê helbestê pir kêm in.


Helbesta Satirîk

Ev helbestên rexneyî ne. Di derbarê kes, bûyer, rewş an jî ramanekî de bi rengekî rexneyî tên nivîsandin. Bîçimê rexneyê bi rengekî henekî pêk tê.



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1291001 Besucher (8849630 Hits) hier!