Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Mîhrîcana îsal li ser navê Halîl Uysal hat lidarxistin

Du befindest dich hier:
Forum => Çanda Giştî => Mîhrîcana îsal li ser navê Halîl Uysal hat lidarxistin

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
15.05.2008 12:08 (UTC)[zitieren]
Mîhrîcana 21’emin ji bo bîranîna Halîl Uysal roja şemiyê li bajarê Almanya Bremenê hate lidarxistin. Gelek komên govendê ku ji bajarên cûr be cûr tevlî Mîhrîcana îsal bubûn hunera xwe pêşkêşî jûrî û temaşevanan kir.
Derhênêr û şoreşgerê xwedî kesayetiyeke piralî Halîl Uysal ku bi sekin û têkoşîna xwe di dilê gelê kurd de cihekî mezin girtiye, di rojên derbasbûyîde di encama operasyonek artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabû bi çalakiyên cur bi cur tê bîranîn û navê wî di dîroka gelê kurd de mayînde dibe. Halîl Uysal dê bi Mîhrîcana Govenda Kurdî ya 21’mîn a ku her sal li bajarekî Almanya tê li darxistin hate bîranîn Mîhrîcana Govenda kurdî ya îsal li ser navê derhêner û gerîlayê Kurd Halîl Uysal hat li darxistin. Mîhrîcana 21’emin ji bo bîranîna Halîl Uysal roja şemiyê li bajarê almanya Bremenê bi meşekê hat vekirin. 19 Komê Foklorê roja şemiyê ji Bremen Bahnhofê bi Kincê xwe yê Kurdî nêzîkî 2 Kîlomete meşiyan.

Mîhîrcan roja Yekşemê li bajarê almanya Bremenê saet di 14:00’an de li dibistana Alexander von Humboldt hat li darxistin. Di destpêkê de koma Foklorê ya Mezopotamya bi herêma Wanê ji paytexta almanya Berlînê derket hemberî jury. Piştre Koma zarokan ya reksa biyanî derketin ser dikê û reksa xwe pêşkêşkirin. Pîştî reksa zarokê biyanî koma zaroka ya Amed ji bajarê Almanya Hannoverê, Koma Dersîm bi herêma Mêrdîne, Koma Aştî bi herma Wan, Koma Jiyana Nû bi herêma Çewlîk, Koma Dîlan bi herêma Wan, Roja Amara bi herêma Samsur, Evîna Welat bi herêma Gimgim, Koma Aştî bi herêma Wan, Duran Mendeş bi herma Riha, Koma Ronahî bi herêma Amed, Govenda Amara Jina bi herêma Agrî, Koma Amed bi herêma Wan, Govenda Baran bi herêma Colemerg, Govenda Avesta bi herêmA Koçgİrî, Govenda Rengîn bi herêma Riha, Govenda Amara Mêr bi herêma Tetwan, Koma Çiyayê berham bi herêma Mêrdînê û Koma Agirê Welat bi herêma Wanê. derketin ser dikê.

Piştî navberekê Hozan Kawa ji beşdaravanan re stran got. Ciwanên ku di mîhrîcanê de amede bûn bê navber Sloganê ‘Bê Serok Jiyan nabe, Bijî Serok Apo û şehîd namirin’ diqirîyan. Jurya ji Yasîn Boyraz, Hozan şemdîn, Hozan Eylem, Remazan Seçer û Nazim Qirix hatbû avakirin ji bo encamê xwe eşkere bike kom bûn. Di wê navberê de Hozan Serhado derket ser dikê û beşdarvan coşand. Piştî encamê hilbijartina juriyan, Koma Evîna Welat ya ji Baselê bi herêma Gimgimê tevlî mîhrîcanê bubû bû yekemîn. Koma Jiyane Nû ya ji bajarê almanya Brêmenê herêm çewlikê pêşkêşkirin bu duyemîn. Koma Govenda Avesta ya ji Fransa Malhuse tevlî bûn û herêma Koçgerî pêşkêşkirin bûn seyemîn. Herwiha ji bo cil û bergê kurdî jî koma Govenda Jina ya ji bajarê Almanya Hamburgê xelat bi dest xistin. Mîhrîcana 21’mine ya Govenda Kurdî bi xelat daniynê bi dawî bû.

YUKSEL TOPRAKLI/ HANNOVER




Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1288007 Besucher (8828850 Hits) hier!