Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Kurte Dîrok a Kurd û Kurdistanê

Du befindest dich hier:
Forum => Dirok => Kurte Dîrok a Kurd û Kurdistanê

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
23.05.2008 23:56 (UTC)[zitieren]
Kurte Dîrok a Kurd û Kurdistanê


Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom Bîzans, Ereb, Pers û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.


Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetîyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Beriya Îslamiyetê ola Kurdan Zerdeştî bû. Piştî êrîşên Ereban û belavbûna misilmantiyê, Kurdan dev ji Zerdeştiyê, ku yek ji olên herî qedîm ya Rojhilata Navîn e berdan û Îslamiyetê hilbijartin. Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên Kurd yên wekî Selhedînê Eyyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagiriya Rojhilata Navîn girtiye.

Di sala 1514'an de şerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de Kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de Kurdan bac û leşker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî Kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man.


Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639'an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê Kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

Di qirna 19'an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de.

Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26'ê Nîsana 1920'an di Konferansa San Remo de dest pê kir. Partiya "Îttîhat û Terakkî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.

Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê Peymana Sewrê ya di 10'ê Tebaxa 1920'an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî di demek wiha dîrokî de pêk hate.


Li gorî lihevhatina Sewrê, li ser axa Împaratoriya Osmanî biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê (û Ermenistanê hebû. Bendên vê peymanê yên 62, 63 û 64'an destnîşan dikin, bê di çi rewşê de û çawa Kurdistaneke serbixwe dê bê damezirandin. Benda 62'an Kurdistanê weha dide nasîn: "Devera di navbera rojhilatê Firadê, başûrê Ermenîstan, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên wan dê di pêşerojê de bên diyar kirin, herêmên ku Kurd tê de bi piranî ne". Di destpêkê de di bin ewlekariya hikûmetên Îngilîztan, Fransa û Îtalya de dê mîna herêmek xweser bimîne. "Di maweya vê salê de gelê Kurd, ango gelê vê herêmê heger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat, baweriya xwe pê bîne ku kapasîteya vî gelî, ya damezirandina serxwebûnê heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê ewletî dide ku ji bo vê damezirandinê dest ji tevahiya mafên xwe berde," (Bend: 64). Dawiya vê beşa peymanê wiha ye: "Heger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musulê, ku beşek ji Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevî Kurdistanê bibin, ti îtîrazên hêzên hevalbend dê nebin."

Heman dewletên ku bi van gotinan damezirandina Kurdistanê dipejirandin, paşî dev ji gelşên navxweyi berdan û ji bo ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dorpêç bikin, berevajî bicihanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin. Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya 24'ê Tirmeha 1923'an li Lozanê, hîmê dewleta neteweyî ya yekpare hate danîn.


Peymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûrî, Îraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her beşî de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişavtina Tirk, Ereb û Farisan.

Li hember hewqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoşîna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan, ku di her keysê de serbixwe bibin. Di 22'ê Çileya 1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî Mihemmed de, Komara Kurd ya Mehabadê saz kirin. Mixabin vê carê jî gelê Kurd bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek ma. Komara Kurd piştî damezirandina xwe bi salekê, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate rakirin.
Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan e: Ev hejmara serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe ve hatiye eşkere kirin.

Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, M. Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re (16'ê Çile 1923) vê daxuyaniyê dide: "Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne. Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûb bikşînin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê. Heta divê em êlên Kurd yên li çola Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li şûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî di nav de bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike…"


(Arşîva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089.)
Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nîşandan ku sazûmankarên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî nêzîkbûnek zelal bûn.
Yek: Divê ti tixûb neyên kişandin, ango dabeşîn nebe.
Du: Kurd, li bajaren ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe bi rê ve bibin.
Sê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên derbirîn.
Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê.
Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pêşeroja xwe kirine yek.
Şeş: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin.

Ev daxuyandinên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine dayin, ne hewqas kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin. Ji Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya dagir kiribûn şer bikin.

Kurdan, axa Enedol-Mezopotamya, wekî niştimanê xwe didîtin û li hemberî dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin pêk anîn. Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî cî. Lê mixabin, piştî dagirkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî li sozên xwe derneket. Dev ji şirîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir.


Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka qirkirina Kurdan e.

Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin da ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîke, ku "sê-çar dabeşkeran" li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya rabirdû û îro ye. Ev rastiya ku şemaran (înkarê napejirîne, ji nav pelgeyên dîroka şemarokan (înkarvanan) difûre.

Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnama xwe ya neteweyî li ber xwe dabe, ji îro şûnve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne. Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo aştiya cîhanê û peytandina hebûna gelê Kurd.

KON-KURD, konfederasyoneke ku ji bo avêtina gavên rewa yên aştiyeke hewqas bi nirx û rûmet, hatiye damezirandin



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1293576 Besucher (8858930 Hits) hier!