Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Dîroka Kurdên Êzdî

Du befindest dich hier:
Forum => Êzidî / Yeziden => Dîroka Kurdên Êzdî

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
23.05.2008 23:25 (UTC)[zitieren]
Dîroka Kurdên Êzdî


Johannes Düchting li ser dîroka êzdiyan agahiyên di dema Osmaniyan de dide. Osmaniyan çawa êzdî weke ol pejirandin, peywendiyên Osmaniyan bi êzdiyan re di çi asteyê debûn? Begên êzdiyan di çi rewşê de bûn...

Salên piştre ji bo Êzîdiyan bêdeng(ango bê şer) derbasbûn. Împeretoriya Osmanî, ola Êzîdîtayiyê tevlî statûya wê î xas naskir, Mîr Hiseyîn Beg jî ji hêla siltanê osmanî ve hate pejirandin û payeya „Çûhadarê Dêrî(çûhadar gotinek bi erebî ye û tê wateya kesê ku karê derve ê saziyeke fermî dike)“ ji bo wî hate dayîn. Êzîdî nehatin mecbûrkirin ku di artêşa osmanî de leşkeriyê jî bikin.

Waliyê wilayeta Bexdayê(wilayeta Bexdayê di 1872’an de nûjen hatibû avakirin, beşek mezin ji yê Iraqa îroyîn û Kuwêyt jî di nav sînorên xwe de di hewand) Mîthat Paşa biryara ku Êzîdiyên Şêxanê jî leşkeriyê(ji bo osmaniya) bikin, da. Li ser vê yekê Êzîdiyan ji bo Mîthat Paşa û rayedarên osmanî daxwaznameyek ragihandin. Ev daxwaz a Êzîdiyan ne hat pejirandin. Di sala 1875’an de Êzîdî bi 50 lîreyên tirk ji leşkeriyê bêberpirs(mûaf) hatin girtin ango berdêla leşkeriyê wê 50 lîreyên tirk bidana. Lê di pêkanîna vê rêbazê de her tim pirsgirêk derdiketin.
Di 1885’an de biryarek din hat dayînê ku Êzîdî him 50 lîreyên tirk bidin û him jî ji bo demeke kin leşkeriyê jî bikin. Êzîdiyên li derdorên Helep, Amed û Wanê ev biryar pejirandin. Lê Êzîdiyên li wilayeta Iraqê(Bexdayê li himber vê biryarê derketin. Bi ûşt a ku li herêma Şêxanê tevlîhevî derêxistiyê di sala 1875’an de Hiseyîn Beg hate girtin û ew avêtin zîndanê. Li ser vê yekê birayê wi ê ciwan Evd(Abd) Beg vatina(wezîfa) mîrîtiyê da ser xwe. Du biraziyên Hiseyîn Beg bi sedema ku apê wan hate girtin serhildan lidarxistin. Lê serhildana wan jî hate perçiqandin û ew jî hatin kuştin.
Hiseyîn Beg di sala 1875’an de(piştî girtina wî bi çend mehan) ji girtîgehê derket lê rewşa wî a tenduristî pir xerab bû. Hiseyîn Beg di 1879’an de çû ser dilovaniya xwe. Di navbera kesên ku dixwestin cihê Hiseyîn Beg bigrin(ango bibin Mîr) de nelihevhatin derket. Kurê wî ê herî mezin Elî Beg, di hemû mafên xwe borî û cihê xwe da kurê sêyem Mîrza Beg. Lê bes kurê navîn bi vê rewşê ne razî bû. Piştî nîqaşên demdirêj ew û Mîrza Beg bi çekên giran, li himber hev, derketin çiyan. Gava Mîrza Beg bi tenê ji çiyê vegeriye wekî mîr hate îlankirin û ev yek ji hêla osmaniya ve jî hate erêkirin.
Ji ber polîtîkayên osmaniya ên tevkujiyê, di 1877’an de beşek ji Êzîdiyan ji nû ve reviyan rusyayê. Di bin rêberiya birazyê Mîrza Beg, ê bi navê Elî Beg, de nêzîkî sê hezar Êzîdî li derdora Aleksandropolê bi cih bûn. Êla Sipkî ya di bin pêşengiya Emer Axa de di navbera salên 1879-82’an de koçberî Qersê kirin ku, wê demê di bin dorpeçkirina rusan de bû û li wir bi cih bûn. Li gor hejmara şêniyê a 1897’an nêzî 15 hezar Êzîdî li transqefqasyayê, ku herêma rusan bû, dijiyan. Tê texmîn kirin ku ev hejmar di 1916’an de derketibû 40 hezarî.
Di salên 1891-92’an de, di împeretoriya osmaniya de li dijî Êzîdiyan êrîşên tevkujiyên giştî destpêbûn. Vê carê armanc ew bû ku Êzîdiyên hejmara wan heta bi milyonekê daketî, bi tevahî bên qirbikin û ji dîrokê bên rakirin.
Delegasyonek ji 4 kesan(2 serbaz û 2 melle) pêkhatî ku fermanên Siltan Evdilhemît(1876-1909) radigihandin, di buhar a 1891’an de ji Stenbolê çûn Mûsilê. Di peyama ku Evdilhemît bi delegasyonê re rêkiribû de dihata gotin ku Êzîdî ji eslê xwe de misilman in û biryar hatiye girtin ku Êzîdî vegerin ser ola „heqîqetê“. Ji dervî van jî di peyamê de dihate bi bîrxistin ku Êzîdiyan bacên leşkeriyê ên du salan jî nedane. Di tîrmeha 1891’an de gazî Êzîdiyan kirin ku werin Mûsilê û li wir biryarê rêvebira osmanî ji wan re hate gotin. Bedlên(ûnîformayên) şîn ku Êzîdî jê pir nifret dikin, li 22 girgirekê Êzîdiyan ku, Mîrza Beg jî di nav de bû, kirin. Ev bêhûrmetiyek mezin bû bo Êzîdiyan.
General Emer Wehbî Paşayê ku rêvebira Mezra Botan(Misopotamya) di destan de bû, di 19’ê tebax a 1892’an de ragihand ku, divê hetanî waliyên nû bên vatindarkirin(wezîfedarkirin an jî tayînkirin) hemû Êzîdî an misilman bibin an jî oleke ku di Quranê de heq tê dîtin bi pejirînin, na û na Êzîdî tev wê bên qirkirin. Beşek Êzîdî ku Mîrza Beg jî di nav de bû, kelîma şahdê gotin.General ji kêfa hişê xwe windakir û têlgrafek rêkir Stenbolê û tê de got bi hezaran Êzîdî misilman bûne(li gor texmînên nepixandî ên general 1.1 milyon kes). Ji ber ku Mîrza Beg û birayê wî Badî Beg derbasî misilmaniyê bûbûn, mehê 2000 quruş meaş ji bo wan hate girêdan û payeya „Paşa“ tiyê jî ji bo wan hate dayîn.
Birayê Mîrza Beg Elî Beg,(di sala 1879’an de di payeya emîrtiyê bihûrtibû ango emîrtiya ku osmaniya dabû wî ji ser xwe avêtibû li dijî guhertina olê bû. Ji ber vê sedemê jî ew hate girtin û îşkence lê hate kirin.
Di vê navberê de 100 mêrê Êzîdî yên olî serî li balyozê frensayê Siouffî dan û jê re sergirtî diyar kirin ku, gava alîkarî bi wan re bêkirin dikarin derbasî mesîhîtiyê jî bibin. Siouffî jî daxuyakirin ku tiştê ji destê wî bê wê bike.
Waliyê nû Osman Paşa, di êlûna 1892’an de, gihişt Mûsilê. Lê General Wehbî bêyî ku walî bike hisab, ji bo tevgera cezakirina herêma Êzîdiyan yekîne şiyandin. Bi piştgiriya Erebên Şammar û Kurdên Misilman yekîne ketin Şengal û Şêxanê; Êzîdî bi mirinê hatin tehdît kirin û tirsandin.
Bi hejmarek mezin gund hatin xerab kirin, bi sedan Êzîdî hatin kuştin û gelek ji wan jî hatin girtin. Yekîneyên Emer Wehbî, ziyaret a(gor a) Şêx Adî a li Lalişê jî dorpêç û dagir kirin. General ziyaret(gor) da talan kirin. Xwest ku sencax a pîroz bişînê Mûsilê. Bi heman cureyî dest danî ser heykelekî miyê î ji bronz çêkirî û kopalekî, wekî din jî tiştên binirx yên ji kesên pîroz(kesên di olê de navdar û ayîndar) mayî birin û got ku, ev tişt bêhtir layiqî mûzeya siltan in. Lê ev tiştên pîroz hîn li biryargeha artêşê, bi rengekî ecêb ji holê rabûn. Emer Wehbî di dewsa zîyareta Şêx Adî de vekirina medreseyekê jî ji bîr nekir.
Emer Wehbî bikaranîna peyva Êzîdî jî qedexekir. Di xwestin ku bi girtiyên Êzîdî, bi zordestî peyv a xerab bidin gotin lê piraniya girtiya bedêlê de peyv a „siltan“ bilêv kirin. Çûyîna nimêja misilmana a roja înê, ji bo Êzîdiya jî kirin mecbûrî.
Di vê navberê de zêdekariyê Emer Wehbî li Stenbolê jî hatin bihîstin. Misyonerên Ewropî û hinek balyozxaneyan dengê xwe bilind kirin û kiryariyê general Wehbî protesto kirin. Li ser vê yekê Siltan Evdilhemît di 9’ê berfenbar a 1892’an de Emer Wehbî ji vatinê daxist. Di serê 1893’an de gazî Wehbî kirin ku bê Stenbolê.
Li Şengal û Şêxanê rewşa hişk û zirrihayî domand. Erebên Şammar a nedixwestin keriyên miyên ku ji Êzîdiyan dizîbûn şûnda bidin Êzîdiya. Di cotmeh a 1893’an de şer ji nû ve destpêkir û dawiyê de serbazê Êzîdiyan Sofuk Axa got ku ew ji bo hevdîtinan amade ne. Êzîdiyan azadiya baweriyên xwe dîsa bidest xistin. Lê artêşeke xurt a osmanîya li Beled Şengalê ma.
Berdêla azadiya baweriyan pir giran bû: Êzîdî mecbûr man ku,di gundên xwe de, destûrê bidin vekirina dibistanên ola îslamê. Ziyareta Şêx Adî bi dirêjahiya 12 salan wekî dergeha derwêşê îslamî û dibistana ola îslamê ma.
Mîrza Beg û kesên din yên girgirek dîsa vegeriyan ser ola xwe î berê(ango Êzîdîtayiyê û payeyên xwe jî parastin. Elî Beg ê ku bi biryar tevdigeriya sergomî Kastamonûyê hate kirin.
Tevlî ji nû ve bidestxistina azadiya baweriyê jî, hejmara Êzîdiyan piştî qirkirinê kêm bû. Mînak, li herêma Tûrabdîn(Torê Hesenê Qenco ku mezinek ji ê Êzîdiya bû, tevlî êla xwe misilman bû û wisa jî misilman ma. Êzîdiyên herêma Cebel Şengalê bi ola xwe ve girêdayî man lê ew jî mecbûr bûn ku leşkeriyê bikin. Piraniya leşkerên Êzîdî rêkirin Yemenê û carek din jî venegeriyan.
Di vê navberê de Mustefa Nurî Paşa bû waliyê Mûsilê. Mustefa Nurî hebkî nerm nêzîkî Êzîdiya bû. Medreseya ku Emer Wehbî Paşa di dewsa ziyaretgeha Şêx Adî de avakiribû girt û ev cihê pîroz dîsa şûnde da Êzîdiya. Lê Mustefa Nurî Paşa pirtûkek biçûk bi navê „Lênerînek li ser terîqata Êzîdiyên îsyankar û kesên xerabiyê(.............) di hebînin“ weşand ku vê broşûrê gelek çewtiyên mezin di derbarê Êzîdîtayiyê de di hewandin û bu sedem ku gelek fikrê şaş li ser vê olê belavbibin û di serê mirovan de cih bigrin.
Nurî Paşa jî nikarîbû, Êzîdiyên ku bi hejmar pir kêm bûbûn, ji êrîş, zext û şopandina misilmanan bi parasta.
Çend car a bang li Mîrza Beg hate kirin ku misilmaniyê bipejirînê û di rewşa nepejirandinê de bi qutkirina meaşê salekê, zext li ser pêkhatin. Mîrza Beg di sala 1899’an de çû ser dilovaniya xwe. Birayê wî Elî Beg ê ku di 1898’an de ji tarawgeh(sirgûn)ê vegeriya bû, wekî emîr hate hilbijartin.
Di sala 1913’an de Elî Beg hate kuştin. Du kesê ji êl a Basmariya, ku di nav Êzîdiya de êl a girîng a duyem bû, ji kuştina Elî Beg berpirs hatin girtin. Kesên ku tewanbar di hatin dîtin tevlî malbatên wan hatin kuştin. Kurê Elî Beg ku bi temenê xwe hê zarok bû, di dewsa Elî Beg de kirin emîr. Di navbera xanima Elî Beg a bî mayî Meyan Xatûn û birayê wî Îsmaîl Beg Kol el Dasinî de, li ser rêvebirê nelihevkirin derket. Di vê nakokiyê de Meyan Xatûn bi ser ket, lê nerehetî û bêhizuriya di nav malbatê de bi dehan sala domand. Pêşî destûr dan Îsmaîl Beg ku xwe bi şûnde bikşîne Şengal(Cebel Sincar)ê. Ew diramî ku bi alîkariya rus a desthilatdariyê li ser Êzîdiya pêk bîne.
Di Împeretoriya Osmanî de, piştî 1911’an li dijî Êzîdiyan êrîşa dîsa destpêkir. Bi taybet General Faruq Paşa yê ku, xwe di nav Împeretoriya Osmanî a bi ber belavbûnê ve diçû de wekî qomutanê tevgera îslamî didît, li dijî Êzîdiyan bi hejmarek zêde êrîşê tevkujiyê sazkirin û ji dervî vê jî Elawî, Mander û Nesturî jî perçiqandin.
Tê texmîn kirin ku bi van tevkujiyên nû yên di navbera salên 1911-1918’an de, hejmara Êzîdiyan nîvî bi nîvî kêm bû. Piştî emîr Mûawiye hat Ewropa alîgirê wî yên ku ji wê demê mabûn ajotin Yemenê. Di encama bazariyên dijwar de Meyan Xatûn, di sala 1914’an de li wilayeta Mûsilê(ku şêniya Êzîdiya li vir heta 68 hezarî daketibû ola Êzîdîtayiyê bi fermî da pejirandin.
Ji dervî vê jî, tevgerên jiholêrakirinê ên ku li dijî ermenî û mesîhiyan dihatin bikaranîn, Êzîdî jî kirin hedef. Tevlî ku nebûn cangoriyê tevgerên tevkujiyê ên ji hêla dewletê ve dihatin rênîşankirin jî, lê hin rêvebirên heremî ku tevkujiyên li ser ermeniyan fersend didîtin, meremê xwe ên li dijî Êzîdiyan bicihdianîn.
Gelek gundên Êzîdiyan wekî gundên din yên kurdan, di dema tevgerên tevkujiya li ser ermeniyan de, ermeniyên di bin metirsînê de kirin nav xwe û ew ji êrîşan sitirandin. Îddîaya ku kurdan berpirsê serekê ê tevkujiya ermeniyan dibîne, dereweke çîptazî ye. Lewre di navbera salên 1915-1918’an de 700 hezar kurdên Êzîdî û kurdên misilman jî hatin kuştin.(12)
Êzîdiyan, 20 hezar ermeniyên dibin şopandin û tehdîtê de anîn Şengalê û ji mehûbûnê rizgar kirin. Li herêma Îngelê alîkarî dan 60 hezar ermeniyên ku di destê Osmaniyan de dîl bûn. Daxwaza rêvebira Osmanî ku, ew daxwaz teslîmgirtina ermeniyên li Şengalê bû ji hêla Îsmaîl Beg ve hate redkirin. Karmendên Osmaniyan ku ji bo vî karî hatibûn Şengalê kincên wan ji wan hatin jêkirin û tazî bi şûn de hatin rêkirin.
Yekîneyên di bin serleşkeriya Enwer Paşa de tevlî milîsên ereb ku bi Osmaniyan ve girêdayî bûn, di sibat a 1918’an de êrîş birin ser serhildêrên Êzîdî ên Şengalê. Li derdorê Şengalê(Beled Sincar) Êzîdiyan êrîş birin ser yekîneyên desthilatdariyê. Lê ev hewldan bêserkeftin ma. Êzîdiyan xwe li asêgehên çiyan girtin û li benda alîkariyekê man. Îngilizên ku li Başûrê Mezrabotan peywir a mêtingeriyê, ji Împeretoriya Osmanî ya ku hildiweşiya, dewrgirtibû, di demeke kin de bi hawara Êzîdiyên di asêgehan de hatin.


(12) Lazarev, M.S.;Kurdistan i Kurskaja problema; Moskova 1964, s.315


Werger: Rêzan Demir

Ji Ber Girtin

/www.dergush.com



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1291908 Besucher (8854199 Hits) hier!