Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Azadî Xweş E Lê

Du befindest dich hier:
Forum => Çîrok => Azadî Xweş E Lê

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
20.05.2008 15:54 (UTC)[zitieren]
Azadî Xweş E Lê

Serê çiya bi dûman bû dîsa. Ji mijê kes kesê nedidît. Ji xwe serê çiyayê Kurdistanê tim bi mij û dûman bû. Te digot qey derd û kulê wan helaniye û xemgîniya xwe wusa dixwaze nîşan bide.

Xalê Wûsif jî qaxiz û titûna wî di destê wî da li serê xaniyê xwe runiştibû. Ji aliyek çixara xwe dapêça, ji aliyek din jî li serê çiya mêze dikir. Mala wî li dervayê gund, li hemberê çiya bû.

Bayê ku ji çiya û zozana dihat berê li rûyê mala wî dixist. Ji ber vê yekê Xalê Wûsif sê mehê havînê li ser xaniyê xwe derbas dikir.

Ji aliyek hewayek pirr xweş dihat, ji aliyek din ve jî dengê çek û sîleha ji gundê din dihat. Ji xwe van denga qet ji guhên Kurdan kêm nedibûn. Dîsa rewş nexweş bû. Û fam dibû ku dîsa leşker avêtine ser gundekî. Lewra dûyek reş û tarî, xwe ji dûr ve nîşan dida.

Te digot qey erd û ezman tev sekinîne û guhdariya van dengan dikin. Lewra xeynê van dengan, di vî şeva tarî de dengek ji tu derek nedihat.

Xalê Wûsif jî vî rewşê didît û difikiriya. Birastî jî di nava fikr û ramanê giranda bû. Di nava van fikr û raman da serê xwe ji ber xwe rakir. Car kî jî li der û dora xwe mêze kir. Dawî çixara xwe vêxist û heta ku jê hebû dûmana wî kişand nava xwe. Birastî Xalê Wûsif pirr xemgîn bû…

Dîsa ket nava ramanên giran. Û xwe bi xwe digot:
- Ev zilm û zordestiya ku li ser me ye wê kîngê biqede. Ev çend sal e welatê me di bin destan da, gelê me di bin destan da, fikrê me, daxwaza me, dîroka me û her tiştê me di bin destê zaliman da ye. Vî zilmê vî bindestiyê wê kengê û çawa biqede.

Dawî dîsa gelê Kurd hat bîra wî. Û xemgîniya xwe wusa anî ziman.
- Her tim dilê min bi êş û elem e. Derd û kulên me naqedin. Dengê sileha ji guhê me qet dernakevin. Jixwe mirin jî êdî ji me qet naqete. Ne tenê li vir li çar aliyê Kurdistanê rewş bi vî awayê ye.

Paşê dîsa li serê çiya mêze kir û ji dil axînek kişand. Pirr tijî bibû Xalê Wûsif. Di nava hestên mezin û giran da bû. Di nava hestan da xwe bi xwe hevok ji devê wî derdiketin. Û wusa digot.

- Em tim li serê çiyayê xwe mêze dikin. Lê em qet li ser çiyayê xwe li bajarê xwe ala xwe nabînin. Li ser çiyayê me ala me tuneye. Ala xelke ye li serê çiyayê me diçe û tê.
Birastî jî em hestên azadiyê çawaye nizanin. Gelo mirov azad be û li serê çiyayê xwe ala xwe bibîne wê mirov çi bifikire. Welat azad be, gel bi dilxweşî zimanê xwe biaxife û jiyana xwe li gora ola xwe di gora dilê xwe bidomîne wê çewa be? Paşê got

- Çawa be jî wê ji vî rewşa ku niha em têdane wê xweştir be.
Şev tarî û dirêj bû çavê Xalê Wûsif tijî xem dîroka gelê Kurd difikiriya. Carna kêfa wî dihat, carna jî çavê wî tijî dibûn. Lewra di dîroka Kurdan de pirr serhildan çêbibûn. Di van serhildana de gellek cengawer û leheng derketibûn. Dawî Xalê Wûsif li ser xwe fikirî û xwe bi xwe got:

- Ez negihîştim van rojan û min nedît. Birastî di van deman de ez bi wan re bûma, wê min jî peywira xwe bicîh bianiya.

Pişt re her wekî ji xewnê şiyar bibe serê xwe rakir û bi xemgînî wusa got:
- Birastî van gotinan, gotinê mirovên newêrek, gotinên mirovên ku pirsgirêkan direve, û gotinên mirovên ku li hemberê Xwedayê xwe û gelê xwe berpirsiyariyê xwe neanîne cîh, gotinên mirovên wusa ye. Divê ez vî bifikirim ku min heta îro berpirsiyariyên xwe aniye cîh an ne aniye cîh. Li hemberê Xwedayê xwe û li hemberê gelê xwe rûsipî me yan rûreş im. Divê ez viya bifikirim. Lewra ji bo azadiyê xemgînî û girîn ne bes e. Heta îro kesê sûda lorîn û girînê nedîtiye. Ji bo azadiyê fikr û raman pêwist e, xebat pêwist e, rijandina xweydan, dayîna kedê pêwist e. Hişyarbûn û rakirina gel pêwist e. Ango xebatek pirr mezin ji bo riza Xweda pêwist e.

Dawî bi xemgînî got:
- Min van peywirê xwe baş neaniye cîh. Û mi-xabin ê mîna min jî pirr in. Em tenê der û dora xwe temaşe dikin. Û em tenê bi van derd û kulan xemgîn dibin û digrîn. Ên mîna min emrê xwe wusa qedandin. Lê hêviya min ji Xweda ye ku ciwanên me yê dawî wê mîna min nebin. Û peywira ku me neanî cih wê bînin cîh. Lê ez vî jî zanim ku wê Xweda hesap jî ji me bipirse. Îja wî demê emê jî niha pirrtir xemgîn bibin û bigrîn.

Piştê van gotina tirs û lerzek mezin ket nava dilê Xalê Wûsif. Çiqas vî difikirî berêkî da xemgîn dibû. Girîn ket qirika wî, çavên wî şil bûn. Hêsir ji çavan hat xwarê. Pirî ponijîbû cixara wî di destê wî de bi bandora bayê qediyabû lê haya wî jê tunebû.
Dawî hat bîra wî ku nimêja îşayê nekiriye. Ji ber vê yekê hêstirên çavên xwe paqij kir, rabû piya. Ji bo ku desmêj bigre ji ser xanî hat xwarê.



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1293702 Besucher (8859096 Hits) hier!