Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Hesreta Welat

Du befindest dich hier:
Forum => Çîrok => Hesreta Welat

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
20.05.2008 15:30 (UTC)[zitieren]
Hesreta Welat


Rabe lawo rabe!...
- Çibû dayê çibû?
- Kurê min dijminê xwînxwar dor li gund girtine. Fermanek hatiye divê em ji gund derkevin.
Heya berê êvarê dem dane me. An emê derên an jî ewê gundê me jî wek gundên din di serê
me de bişewitînin.
Muhemmed hêrs bû, rabû ser piya û got:
- Ev zalimên han çi dixwazin ji me? Çol û daristanên me şewitandin, ajalê me kuştin, çemên me
bi xwînê herikandin. Vêca çi ji me dixwazin.
Belê Belê… Min zanibû wek gundê din wê dora nefîtiyê û qirkirinê were ser me jî. Ey
zalimên bêwujdan, mala we xirabe! Hûn çima wusa dikin bi me.
Erd tebatî nedidanê. Çawa ji mejiyê wî xeyal û raman wek birûsk diçûn û dihatin, ew bixwe jî di
nav odê de digeriya. Geh diçû wî seriyê geh dihat vî seriyê. Çiqasî mijûl bûya ewqas hêrs dibû.
Çavê Muhemmed di serê wî de bibû wek agirek bizot. Xwîna canê wî hemî çûbû mejiyê wî û
rûyê wî sor bibû. Ji ber bêhntengiyê hemî bedena wî wek merivek li ber bayê zaweserê
dilerizî. Destê xwe kiribû wek kulm û dijidand.
Rewşa diya Muhemmed jî pirr baş nebû. Hêdî hêdî ji çavên wê hêsir dibariyan. Qirika wê ji
hêsiran tije bibû, ji dêmên wê dihatin xwarê. Hêsirê gilor gilor li dû hev li ser rûerda rûyê wê wek
çemek diherikî. Xwedê zane çi difikiriya. Ev cara pêşî nebû ku zilm didîtin. Beriya 20 salan jî bi
êriş hatibûn ser gund. Gellek xirabiya li ber çavê xwe dîtibû. Serê xwe xistibû ber xwe û ode
ode digeriya. Eşyayê nav malê dida hevdû. Dilê wê bi halê wan dişewitî. Pir xemgîn bû.
Ji derva dengê leşgera dihat. Li benda fermanên fermandarên xwe bûn. Ku gund bişewtînin û
talan bikin. Bilez diçûn vî alî û dihatin vî alî.Tirsekî mezin ketibû dilê wan û rengê qetranê
ketibû ser rûyê wan.
Muhemmed û diya xwe hê eşyayê xwe hemî dernexistibûn, fermana şewitandin û xirakirina
gund hatibû. Leşgerên bê însaf wek artêşa zebaniyan bi nava gund ketin. Tiştek ji ber piye
wan nedifilitî.
Muhemmed û diya xwe û gundî, bi çavên hêsir li malên xwe temaşe dikirin. Dilê wan dişewitî,
kezeba wan diperitî bi vî halî. Kesek li hemberê van zaliman derneket. Dixwestin li hemberên
wan derkevin lêbelê zanibûn wê bêne kuştin. Lewra li der û dora wan mînakên wusa zahf
bûn. Rewşa Muhemmed jî wusa bû.
Êdî berêvar bû. Roj li ber ava bû. Dûmanekî reş bilind dibû asîman. Hawirdor bibû wek roja
heşrê. Hawar û qîrîn bilind dibû ji gund. Çiya dinaliyan, Dîcle xwîn digiriya. Asîman cilê reş li
xwe kiribû; şîna wan dikir.
Gundî mala xwe bar kiribûn û bi rê ketibûn. Ji ber agir û alawan çi bikaribûna xelas kiribûn û
bar kiribûn. Hêdî hêdî ji gund dûr dibûn. Girîn û hawara wan zêde dibû. Herkesî berê xwe
dabû gund; ji bo cara dawî gundê xwe bibînin.
Birayê Muhemmed ê biçûk Egîd, hêsirê çavê diya xwe paqij dikir û pirs li ser pirsan dipirsî.
- Dayê em diçin ku derê?
Dayika Egîda dilşewitî, kezep peritî û kelogirî wusa bersîv da:
- Lawo, kurê min ez jî nizanim.
- Ev kîne gundê me dişewitînin dayê?
- Leşgerê Romî ne kurê min.
- Leşgerê Romî kîne?
- Ez jî nizanim.
- Dayê çima gundê me dişewitînin?
- Lawo tu sucê me tuneye. Me zirarek nedabû wan. Lê ji ber ku em Kurd in, me sûcdar dikin.
Egîd pirsên xwe wusa domand. Lê bêjeya "Kurd" serê wî herî meşxul kiribû. Bi
umrê xwe yê biçûk, tiştê mezin difikirî. Û wusa digo: "Sedema şewitandina wan gunda û
şewitandina gundê me Kurdîtiya me ye. Fikir û ramanê wî wusa berdewam kir…
Hal li Muhemmed nemabû. Bihêrs bû, bêhna wî teng bû. Dilê wî pir şikestî bû. Lêbelê tiştek ji
destê wî nedihat. Zafî jî ji ber vê rewşê diqehirî çavê wî jî tijî bibû hêsir, kelegirî bû. Ji halê
xwe û halê gundê xwe û ji halê gelê xwe ra stranek bi dengê xumam digo.
Warê me ye….
Warê me ye…
Şûna bav û kalê me ye…
Wêran kirin
Talan kirin
Girtin birin
Ji gundê me ye…
Strana xwe wusa berdewam kir û dengê wî di nav dengê motorê da wek jiyana wî bû.
Di dawiyê da nêrînek li gund nêrt û wusa go:
Ey Gundê min! Ey Welatê min! Me ji hevdû qetandin. Te wêran kirin, talan kirin. Jiyana ku min
di nav te da domand, ji min stendin. Zarokiya min, ciwaniya min ji min dizîn. Her tim bi îxanetê
hatin bi ser me de.
Erê Welatê min îro tu, perçekî jî Kurdistanê yî. Ez jî Kurd im. Jiyana xwe li ser te didomînim.
Te ji hevdu perçe perçe dikirin, dişewitandin, qir dikirin. Min jî dikirin nefiyê te. Li ser te êsîr
dihiştin.
Ey Welatê min! Jiyan li ser te bi îxanetê hatibû avakirin. Lêbelê me tu car îxanetê nekiribû. Ji
ber vê yekê kuştin û nefîtî û êsîrî ket para me.
Ey Gundê min! Ey Welatê min! Hûn xemgîn û bi keder nebin. Hêsirê çavan nebarînin.
Bêguman rojek emê vegerin. Emê derman ji birînê te ra çêkin. Emê azadiyekî birûmet, jiyanekî
serfiraz bînin. Emê aramiyê bînin. Hûn xemgîn nebin welatê min, gundê min.
Muhemmed jî bi fikrê wusa bi rê ketibû û êdî gund xuya nedibû…



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1293312 Besucher (8858519 Hits) hier!