Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Riswet

Du befindest dich hier:
Forum => Çîrok => Riswet

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
20.05.2008 15:20 (UTC)[zitieren]
Çîrok


Mirovek hebû di gundekî de dijiya navê wî Teşxelebû. Zarokê wî hebûn kitimbûn. Rojek diçe nufûsê ji midurê nifûsê re dibêje:

- Ez dixwazim nasnama zarokê xwe derxim. Midur wî dişînê cem karmendekî. Teşxele diçe cem wî jî ji wî re jî derdê xwe dibêje:

- Tu nasnama zarokê min bidî min. Ew karmend jî wî dişînê cem yekê din ew meriv jî çê nake. Teşxele jî di berxwe de dibêje; “Seyî jî seyî re got û seyî jî ji duva xwe re got”. Tê digihêjê ku ew rişwetê nede wan, nikarê nasnama zarokê xwe ji wan bigrê. Karmend wê demê bê rişwet kar nakin. Teşxele car jî diçe cem midur jê re dibêje:

- Tu nasnama zarokê min bidî. Ez ê diyarî kî gelek bi qîmet û bi bihagiran ji te re bînim. Ji ber vê sedemê gel jî ji midûr û karmendan pir aciz bûne. Dibên hema bila karê me nekevê nifûsê çi dibe bila bibe. Teşxele diçe mala xwe ji xwe kar û barê wî seyd û nêçîre. Hebek tajiya wî û cilikek tajiya wî heye. Cilika tajiya wî jî pir gemare ji qirêjî reş dike û sipî ketinê bi cilikê re dişelin.

Teşxele diçe kaxizek ji ambelajê tîne tê malê. Ew kaxiz jî cixcixe ye gelek xweşike û bi qordelekî rengîn girê dide û paket dike. Ew paket wek qûtî gelek xweşik dibe. Bi sehera sibê re Teşxele rê ya mala midûr digre û diçe ber deriyê wan. Li derî dixe, jina midûr derî vedike, dibîne ku wayê camêrkî li ber derî sekiniye. Paket kî di destê wî de ye. Jinik li halê wî mêze dike wî nagrê hundir. Ji ber ku ew meriv feqîr û belengaze.Gazî mêrê xwê dike û dibêje:

- Ka we re merivkî li ber deriye pirsa te dike. Ez wî nasnakim kiye? Midur serê xwe dixe şibakê, Teşxele nas dike. Ji jina xwe re dibêje:

- Lez derî veke. Ew camêr Teşxeleye wî bigre hûndir. Wî digrin hûndir taştêya wan jî li ber wane. Teşxele diyariya xwe dide ser masê, ew jî li ser taştê ronî dike, bi wan re taştê dixwe. Midur nasnameyên zarokên wî ji berîka yelekê xwe derdixe, dirêjî mêvanê xwe dike. Teşxele radihêje nasnameyên xwe, ji destê wî digre dixe cêba xwe. Çaya xwe vedixwin. Ketine axaftinek kûr zarokên midur jî çav bi paketa diyarî xistine li dorê diçin û tên. Meraq dikin. Yek ji yekê re dibêje:

- Ev çiye gelo?. Ê din destê xwe davê qurdelê pakêtê vedike. Bêhna cilika tajiyê û tevî pîşkula di nava malê de bela dibe. Mala wan gemar dibe. Jina midur bala wê dikevê diyariya mêvan ku çi bibîne. Cilikek tajiyê û tevî qirêjê tevû bişkula li ser berê wê belav bû. Jinik bi ser midur û mêvande hêrs dibe qêrîn qêjîn pê dikeve ji beecan ji xwedave diçe.

Midur ji Teşxele re dibêje:

- Tu vê diyariya xwe ji vir bibe. Tu çi ji min bixwazî ezê bidim te. Jinik ji qehra wê ji dest hare. Teşxele dibêje:

. Ev diyariya min e. Ji bo te min aniye. Te ji min re nasname çêkiriye. Min jî ji te re vê diyariyê anî ev heqê te ye. Midur çiqasî hêvî û rica ji Teşxele dike, ew camêr ji biryara xwe nayê xwarê. Jinik çiqas tê ser hişê xwe wê cilikê dibîne car din jî ji ser heşê xwe diçe dixeriqe. Midur ji wî re dibêje:

- Titunek mina pir intîke heye û mengene kiriye. A wa yê li wê di turik de here ji xwe re wî jî di ser de bibe. Teşxele turikê titunê davê ser milê xwe û cilika xwe jî dide ber dilê xwe ji mala midur derdikeve.

-Gotinek meya pêşiya heye. “ Çav çava germ dike bertil kevira nerm dike”. Tu ji herkesê rişwetê dixwazî



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1288098 Besucher (8829868 Hits) hier!