Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Çîroka Birakujî yê

Du befindest dich hier:
Forum => Çîrok => Çîroka Birakujî yê

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
20.05.2008 15:16 (UTC)[zitieren]
Çîrok


Rojek ji roja bi navê Hesen û Ehmed du dest û birayê hev hebûn. Hesen û Ehmed axayê duwanzdeh gunda bûn. Herdu jî xweyî malbat bûn. Hesen bi navê Bedîrxan û Eyşe xwediyê du zaroka bû. Ehmed jî bi navê Seleheddîn xwediyê kurek bû.

Her du axa bi malbatên xwe jiyanek bi aram û kêfxweş derbas dikirin. Tucar nexweşî nediket nava wan. Her tim bi hev re bûn.

Muxtarê her duwanzdeh gund jî ji hev xirabtir bûn. Yek ji yekê pîstir û bêbextir bû. Ne razî bûn ji halên xwe. Ji yekîtiya Hesen û Ehmed jî dibehecin. Mal û milkên wan, aram û kêfxweşiya ku di nava wan û malbatên wan daye dibehicîn. Dixwestin ku wan herduyan ji hev biqetînin, fitne û fesadî têxin nava wan û bibin xwediyê mal û milkê wan.

Rojek muxtarên hemî gundan ji bo polîtiqayek bêbext li ser Hesen û Ehmed çêkin digihîjin hev û li xwe dixin tên ba deriyê Hesen axa dibên;

- Hesen axa! Em nikarin hekîmiyeta we her du axaya qebûl kin. An tuyê Ehmed bikî der, an jî ewê te bike der. Û yan jî hunê terka me muxtaran bikin. Ji îro heya deh roj ji we re muhlet. An hûnê ji van her sê mercan yekê bi neqînin û yan jî hunê hekîmiyeta xwe li ser me û gundiyan rakin.

Piştê dawiya helwestên muxtaran rewşeka herî nexweş li ser Hesen cî dîtibû. Hesen di nava mitalê de bêdeng bêdeng difikirî. An wê qetla birayê xwe têxista situyê xwe, an jî wê ji gundê derketa.

Her du rojan carek yek ji wan muxtarên leîn wê bihata ba Hesen axa û wê li pişt Ehmed axa biaxiviya û qala xirabiyên wî bikira. Di navbera pênc şeş rojan de ew Hesenê ku destbirayê Ehmed axa bû çûbû, Hesenek din hatibû şûna wî. Hesenê nû hestên xwe yên biratî û hevaltiyê avêtibû. Bibû xwediyê hestên neyartî û xayîntiyê. Êdî Hesen biryar dabû.

Li ber destê sibe bû Hesen xençera xwe xist ber xwe, li hespê xwe suwar bû û berê xwe da mala Ehmed axa.

Pîreka Ehmed axa û kurê wî ji hire hîra hespê Hesen axa şiyar bûn û derketin devê derî. Pîreka Ehmed axa pirsî;

- Xêr e înşallah, Hesen bi kîjan alî ve?

- Ka xêra xwe Ehmed şiyar bikin pezê hinek xerîban ketine nava zewiyên me. Divê em pê re herin.

Hesen bi vê virê birayê xwe û malbata wî xapandibû.
Hesen axa ji ber ku Ehmed axa bikuje di meşê de hespê xwe li paş dihişt. Piştê qederek di meşê de Hesen Axa keysa xwe li Ehmed Axa anî û hespê xwe ajot ser. Çar xençera li pişta Ehmed Axa dixe wî li ser piştê terayî erdê dike.

Hesen axa bi destê xwe birayê xwe kuştibû. Dijminê xwe kiribû didu, xwe tenê hêştibû. Belê dijminê xwe kiribû didu. Lewra êdî ewê kurê Ehmed axa jî li hemberê wî bisekiniya.

Piştê ku Ehmed axa ji ser hespê xwe dikeve hespê wî bi xwîna wî ya ku lê bûye baz dide berê xwe dide malê. Çawa kurê Ehmed Axa xwîna li ser pişta hespê dikeve fam dike ku bavê wî bi destê mamê wî hatiye kuştin. Her çiqas diya wî ji apê wî neketibe gumanê jî yan jî ji bo fîtne dernekeve xwe dabe pêşiya kurê xwe Seleheddîn jî, nikariye wî ji riya wî bifetilîne.

Seleheddîn berê xwe da konê apê xwe û bi serve çu. Wextê go Seleheddîn çû derê konê wî, qerwaşê Hesen axa xeber danê. Hesen axa derket derê kon û Seleheddîn keremî hundir kir.

- Seleheddîn were, biraziyê min were. Were li ser mîndera apê xwe rûnê. Hê jî bîna wî jê tê.
Ser vê gotinê Seleheddîn berê xwe da apê xwe û jê re waha go:

- Apo ez dizanim ku bavê min bi destê te hatiye kuştin. Te îxanet li birayê xwe kir. Tu li me bêbextiyê kir. Îro ezê ji vê konê bar bikim, tevlî diya xwe ji vir herim. Kengê destê min şûr girt ezê bi ser te ve konek ji konê te mezintir vegerim. Wê hingê tuyê tu cihek ji xwe re nebînî.

Welhasil Seleheddîn konê xwe ji vir bar dike û berê xwe dide xerîbiyê…
Piştî qetandina her du bira ap û birazî jî ji hev diqetin. Wê gavê muxtar digihîjin armanca xwe. Lêbelê kêf û şahiya wan hewka berdewam nake.

Piştî pazdeh salên xurbetiyê Seleheddîn dibe lawek mêrxwas û egîd û vedigere ser apê xwe.
Rojek li berbanga sibê Hesen Axa mesînek di dest de bi alî qedemgehê ve diçe. Lê çi bibîne?
Tam li hember konê vwî konek ji konê wî mezintir disekine. Gava çav bi vî konê dikeve mesîna avê ji destê wî dikeve. Tirsek mezin dikeve nava dilê wî. Bi vê tirsê hima paşta difetile, birev dikeve nava kon û dibakê qerwaşê xwe;

- Qerwaşno! binêrin. Ev konê li hember konê min hatiye vedandin hebe tunebe konê kurê Ehmed Axa ye. Ew hatiye tola bavê xwe ji min bistîne. Herin jê re bêjin Hesen axa dibê bila were konê min bibe mêvanê min.

Lê hêj qerwaş ji kon derneketine Seleheddîn di deriyê konê de xuya dike. Çawa Hesen Axa çav bi bejn û bala Seleheddîn dikeve zirav lê namîne hema di cî de radibe û jê re hûrmet dike.

- Ka were Seleheddîn, birarziyê min were. Were li cihê bavê xwe rûne. Ezê ji te re hurmet bikim. Çay û qehwa te bidim ber te.

Piştî vê gotinê Seleheddîn waha dibê:
- Hesen Axa! Te bavê min kuşt. Ji bo wî min 15 salan derdê xurbetiyê kişandiye. 15 salan xizanî û rezîlî diye. Û hêj jî tu dibê were li ba min rune. Nizanim hişê te li serê te ye? Tu dibê qey dû ew qas salê re, ezê dev ji kuştina te berdim? Tepsiya çay û qehwe, ezê li ber te bigerînim.

Piştê van gotina Hesen dizanibû êdî çi jî bikira tewş bû. Hesen axa gazî qerwaş û zaroyên xwe dike, konê xwe dide hev, barê xwe bar dike û berê xwe dide xerîbiyê. Zaf diçe hindik diçe digihîje mêrgek. Hema li vir konê xwe datîne û pezê xwe dide ber mergê. Ew dibê qey merg bêkes e. Lê ne bêkes e. Ev mêrg, mêrga zordarek ji wî xirabtir e. Êdî çi bihata serê wî, wê ji vir û pêda bihata serê wî. Jixwe tê gotin "kî çi bike wê were serê wî." Yê Hesen Axa jî ev bû. Ew got qey ez birayê xwe bikujim ewê mal û milkên wî ji min re bimîne û ezê jiyanek bi dewlemendî û aramî derbas bikim. Lê weka vî nebû. Kuştina ku hat serê birayê wî wê bihata serê wî jî.

Qasê çend rojan Hesen axa û malbata vî jiyana xwe li vê derê berdewam dikirin. Pezê xwe diçêrandin, şîr û nan û ava xwe dixwarin, vedixwarin. Haya wan ji zorderê Reşo Axa tunebû.

Rojek bi berbanga sibê wextê Hesen axa hişyar dibe, û ji kon derdikeve derve, çi bibîne! Qerwaşê Reşo axa wek xweliyê der û dora konê Hesen Axa girtine. Çima ku Hesen Axa bê destûra wan ketiye merga wan. Şevek û rojek bi Hesen axa û kurê wî û qerwaşên wî re dikevin şer. Di vî şerê de Hesen Axa tê kuştin kurê wî jî birîndar dibe.

Her çewa çêbûbe şerê ku Hesen axa bi malbata wî di nav de ne, tê guhê Seleheddîn. Seleheddîn, ji vir bi komek mirov êrîşê ser Reşo Axa dike. Tevlî Reşo Axa neh mirovan dikuje.

Piştê vî şerê Seleheddîn, bi Bedîrxan û malbata wî re vedigere gund. Li ser vê Seleheddîn ji Bedîrxan re wusa dibê;

Hûn li min xaîntî kirin. Lê ez li wê xaîntî nakim. Dîsa wek berê ez û tu dest û bira ne, em yek in ji hevdu naqetin. Yekê ku ji me biqete hebe muxtarên duwanzdeh gundan e. Ên xerîb û yên xaîn ew in. Emê terka wan bikin. Wan ji warên xwe derxînin.



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1292061 Besucher (8854607 Hits) hier!