Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

pesangeh608.jpgMÊRDÎN / DÎHA - Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Mêrdînê (MKM) pêşangeha wêneyan a ji hêla Selahattîn Kilinç ku ji doza PKK'ê 36 sal cezayê girtinê xwariye, vekir. Pêşangeha wêneyan a li Parka Aştiyê hate vekirin, rastî eleqeyeke mezin hat.

Ji hêla MKM'a Mêrdînê ve li Parka Aştiyê, pêşangeha wêneyan a ji hêla Selahattîn Kilinç ku girtiyê PKK'ê ye ve hatiye çêkirin hate vekirin. Pêşangeha ku ji 38 tabloyan pêk te, rastî eleqeyeke mezin hat. Pêşangeha ku dê 2 rojan vekirî bimîne, wê piştre li Salona MKM'ê bidome. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de gelek kes beşdarî vekirina pêşangehê bûn. Berdevkê MKM'ê ya Mêrdînê Ahmet Temel ku der barê pêşangehê de agahî da, wiha got: "Bi vekirina pêşangehê, me xwest ku girtî tenê ji ber ramana xwe di girtîgehê de ne, eleqeya wan a huner, çand û mirovan jî nîşan dide. Pêşangeh ji 38 tabloyan pêk tê. Mirov dikare her cure reng di pêşangehê de bibîne." 

gerila-rojava.jpgBEHDÎNAN - Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê hunermendên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate daxuyandin ku hevalên wan ên hunermend ku şehîd ketine bi têkoşîna xwe bûne nirxên gelê kurd.

11’ê gulanê roja şehîd Mizgînê ye

Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê bi mebesta ‘11’ê Gulanê Roja Bibîranîna Hunermendên Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de Şehîd Ketine’ daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di têkoşîna azadiyê de beşdarbûna jin û hunermendan bi wate ye û wiha hatiye berdewamkirin: “Em wekî Tevgera Demokratîk Ya Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), şehîd ketina hevalê me Mizgîn (Gurbet Aydin) a 11’ê gulana 1992’yan de şehîd ketibû wek roja hunermendên di refên azadiyê de şehîd ketine bi wê mebestê em hemû rêhevalên me yên hunermend û şehîdan bi bîr tînin. Em girêdayîna xwe careke din tînin ziman.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pergala sermayeyê her çiqas kesên bi çandê re mijûl dibin wek dijberî gel nîşan bidin jî hunermend di parastin û pêşvebirina çandê de xwedî cihekî girîng e û wiha hat gotin: “Dema em têkoşîna rêhevalên me şehîd Mizgîn û Yekta wekî nûnerên xeta çand û hunerê ya TEV-ÇAND’ê tên qebûlkirin, hemû rêhevalên me hunermend ên tevî refên PKK’ê bûne û di refên herî pêş de bûne ve bi tu tiştî nayê pîvan. Gelek hêja ye.”

Bi mebesta rojê hat gotin ku ger kesên di xebatên çand û hunerê de cih digirin gerek têkiliya xwe ya bi gel re di ber çavan re derbas bikin û wiha hat gotin: “Divê hunermendên me xêza xwe ya jiyanê û hunerê di ber çavan derbas bikin. Soza wan e ku di stranên xwe de ew ê bi rihê ku rêheval Mizgîn û Delîla stran gotine bistêrin û bi heman rihî stranan bibêjin.”

‘Li gorî çanda gel tevbigerin’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerek mirovên çand hunerê û ev sazî li gorî ‘Xêza felsefeya çand û hunerê ya Rêber Apo’ bidin dest û xwe li gorî wê binirxînin û di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Divê ji meylên huner-hunermendên di 3’yemîn kongreya TEV-ÇAND’ê de hatine mehkûmkirin dûr bibin û soz û biryara dayîna têkoşineke mezintir bê dayîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê xwe li hemberî çanda populer biparêzin û wiha hat gotin: “TEV-ÇAND ji bo xizmeta xêza çanda kurd a azad hatiye avakirin. TEV-ÇAND’ê ji xwe re pratîka xêza çand û hunera Şehît Yekta mînak girtiye. Ger Yekta ji bo azadiya kurdan bedena xwe bide agir gel biçûkdîtin û ji nirxên wê çandê bidûrketin çanda kurdan îfade nake.”


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1322073 Besucher (8967645 Hits) hier!